Li Qoserê wesayîtek qulibî: 8 jin birîndar bûn

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê wesayîta ku komek jin ji bo seyranê dibir Geliyê Xursê qulibî û 8 jin birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin wesayîta ku jin dibirin seyranê li taxa Hemzîyan qulibî xwarê.

Welatiyên li derdorê ku wesayîta qezayê dîtin, alîkariya ewil kirin. Piştre jî tîmên tenduristiyê û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê hatin kirin.

8 jinên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Hate hînbûn ku ji birîndaran rewşa tenduristiyê ya 3 jinan giran e. Di derbarê qezayê de lêpirsîn hate destpêkirin.