Li Qoserê piştî pîrozbahiyê bi dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' meş - HATE NÛKIRIN

Xelkê Qoserê piştî pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kir. Polîsan mudaxileyî meşê kir û ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. 

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoserê, girse bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kir. Girseya ku bi berzkirina dirûşmeyan heya Kolana Nexweşxaneyê meşiya, li vira rê li trafîkê girt. Paşê girse heya Kolana Kilîseyê meşiya û li vira komek berê xwe da Qada Azadiyê û komek jî berê xwe da ber avahiya Şaredariya Qoserê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin. 

Li Qada Azadiyê û li ber avahiya şaredariyê polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan pêşiya girseyê girt. Polîsan bi TOMA'yan ava şid li girseyê reşand û paşê bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da.

Hat diyarkirin ku polîsan 5 kes destgîr kirine.