Li Qoserê gelek HDP û DBP’yî hatin destgîr kirin

Li Qoserê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û gelek HDP, DBP'yî hatin destgîrkirin.

Polîsan serê sibê li navçeya Qoser a Mêrdinê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin destgîr kirin.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne; Hamdiye Tûrgay a di hilbijartinên 2015’an de bûyî namzetê Parlamenteriyê Hatayê ya HDP’ê, Endama MP a DBP ya bema borî Yasemîn Demîrkaya, Hevserokê berê yê DBP’ê ya navçeya Qoserê Hakki Akansel, endama MP a DBP ya dema borî Melahat Oral, xebatkarê berê yê şaredariyê Hamdûllah Eres, Serdar Çetîn, Mesût Yîgît û Selîn Çinar.