Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin

Li navça Qoserê ya Mêrdinê danê sibehê polîsên Tirk avêtin ser mala welatiyê bi navê Şukru Kûrşûn û kurên wî Çetîn û Sedat Kûrşûn binçav kirin.

Li taxa Firatê ya navça Qoserê ya Mêrdinê danê sibehê polîsên Tirk avêtin ser mala welatiyê bi navê  Şukru Kûrşûn  û kurên wî Çetîn Kûrşûn û Sedat Kûrşûn binçavkirin. Di serdegirtinê de polîsan dîwarê xanî şikandin û ketin nava malê. Di lêgerîna malê de polîsan dolaba dîwêr şikandin û mala Kûrşûn belawela kirin.

Welatiyê bi navê Şukru Kûrşûn têkildarî serdegirtina mala xwe de axivî û wiha got: "Saet 7'ê sibehê me carekê dît gumînê bi deriyê me ket.  Aliyekî dîwarê me şikandin û deriyê malê şikandin û ketin hundir. Bi carekê 9-10 polîs ketin hundirê gotin 'xwe li erdê dirêj bikin'. Me got mesele çi ye? Wê gavê Çetîn hat û hindik mabûn ew bikuştana. Ne ji xwişka wî bûya wê wî bikuştana. Hatin mala me belawela kirin û deriyê me şikandin. Wextê me sedema serdagirtina wan pirsî, ji me re gotin 'neaxivin'. Piştî Çetîn binçavkirin pirsa Sedat kirin. Dawiyê çûn mala Sedat. Li wir ji lêgerîn kirin û dawiyê Sedat jî binçav kirin. Em nizanin bê ew bi ku derê ve birin. Piştî ew çûn, ez çûm midûriyeta polîsan tu agahî nedan min."