Li Qersê deynên şaredariyê li avahiya şaredariyê hate daliqandin

Şaredariya Qersê ya ku ji destê MHP’ê hatibû stendin, deynê wê bi pankarteke mezin li avahiya şaredariyê hate daliqandin. Di lîsteyê de tê dîtin ku 330 milyon û 380 hezar TL deynê şaredariyê heye.

Şaredariyê Qersê ya ku ji aliyê HDP’ê ji destê MHP’ê hatibû stendin, deynên wê hate eşkerekirin. Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen di lîsteya deynên şaredariyê de derbarê wesayît û hejmara xebatkaran jî agahî da.

Li gorî daneyan rewşa şaredariya Qersê wisa ye:

Deynê giştî: 338.380.000

Wesayît: 102

Wesayîtên xerabe: 39

Wesayîtên heciz li ser wan heye: 7

Hejmara xebatkarên bi kadro û bi peyman: 197

Xebatkarên şîrketan: 650