Li Qendîlê mewlud hat dayîn: Em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê geş bikin

Bi pêşengtiya Meclîsa Gel, li Binarê Qendîlê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê mewlud hat dayîn. Di mewludê de ji bo protestokirina pergala êşkenceya Îmralî daxuyaniyek hat dayîn.

Li gundê Sînamoka ya Binarê Qendîlê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê ya Tevgera Azadî, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê mewludek da. Bi sedan jin, ciwan, pîr, zarok û girseya gel tevlî mewludê bûn. Bîranîn bi xwedina mewludê destpê kir. Di dema mewludê de têkildarî pergala êşkenceya Îmralî ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, daxuyaniyek hat xwendin. Bi daxuyaniyê tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, hat protestokirin. Daxuyanî li du cihên cûda hat xwendin. Daxuyaniya yekemîn ji aliyê Mamoste Helmet, daxuyaniya duyemîn jî ji Şaredariya Binarê Qendîl ji aliyê Hevserok Serwîn Ehmet ve hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî bû:

“Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo bi komployek navneteweyî dîl hat girtin. Ji 15’ê Sibata 1999’an heta roja me ya îro Rêber Apo bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst û dagirkeriya dewleta Tirk ve li girava Îmralî di nava êşkence û tecrîdê de tê girtin. Rêber Apo, ji civakê qut kirine, nahêlin ne dengî wî, ne gotinekî wî jî bigihije civakê. Bi tecrîd kirina Rêber Apo Rojava, Başur, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê tecrîd kirine. Bi tecrîd kirina Rêber Apo, civaka Kurd û Kurdistanê tecrîd dikin. Di encama tecrîdê de ne tenê Rêber Apo dixwazin qirkirina Kurd temam bikin. Armanc û hedefa tecrîdê ev e. Divê gelê Kurd û civaka me ya Başurê Kurdistanê jî vê baş bizanibe.

Li gel vî têkoşînek bêhempa ku Rêber Apo li hember tecrîd û pergala êşkenceya Îmralî pêş dixe heye. Îmralî ziviriye qadekî şer. Rêber Apo bê navber ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe, dijminê azadiya gelê Kurd jî êrîş dike. Divê em hemû ev şerê ku li Îmralî dimeşe bibînin, divê em berxwedana Rêber Apo bibînin û divê em jî têbikoşin.

Di encam de em jî weke gelê qada berxwedana hezar salan a Qendîlê, carekî din ji vir diyar dikin ku em berxwedana Rêber Apo pîroz dibînin. Em tecrîdê careke din şermezar dikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”