BI DÎMEN

Li Qendîlê cenazeyê Fermandar Bedran Cûdî hate veşartin

Cenazeyê Fermandarê HPG’ê û gerîlayê 30 salan Bedran Cûdî (Seîd Tanit) ê ku li herêma Amêdiyê di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabû, li Qendîlê bi merasîmek heybet ve hate veşartin.

Li herêma Qendîl a Herêmên Parastina Medya cenazeyê Kedkar, tekoşer, fermandar û gerîlayê 30 salan Bedran Cûdî (Seîd Tanit) bi merasîmek heybet a bi tevlîbûna gel û gerîla li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a Qendîlê hate veşartin.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Qasim Engîn axivî û wiha got; “Heval Bedran zêdetirê 30 salan bi xebat û têkoşînek mezin, li hemû parçeyên Kurdistanêbêdudilî xebat û têkoşîna li ser rêya Apoyiyan meşand.”

Engîn wiha dewam kir; “Dema em temaşey xebat û têkoşîna heval Bedran dikin, heval Bedran tevahî malbata xwe tevlî nava xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê bûye. Yek ji wan şoreşgeran bû ku xwedî xebatek dirêj û mezin bû li herêma Botan. Li gel heval Egîd û heval Erdal li Botan xebatek mezin meşandiye.”

Engîn di dawiya axaftina xwe de wiha jî got: “Bi vê boneyê em di kesayeta Şehîd Bedran de hemû şehîdên rêya azadiyê bibîr tinin û soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin ku heta em digehin armanc û daxwazên şehîdan, em ê li pey tekoşîn û xebata wan bimeşîn.”

Piştre jî keça Şehîd Bedran, Engîzek Bedran axivî, got: “Îro gelê Kurd di qonaxek hestiyar re derbas dibe. Di vê qonaxê de gelê Kurd ji hemû tiştî zêdetir pêwîstî bi yekîtiyê heye. Roj derbas nabe ku gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê ji di oxira azadiya Kurdistanê de berdêl nede. Ji bo êdî dilê dayik û bavan ne şewite, em bibin yek.”

Engîzek Bedran wiha anî ziman: “Em weke heval û malbata Şehîd Bedran, bi şehîdbûna bavê xwe serbilind in. Em ê li ser şopa Şehîd Bedran bimeşînin. Heta armancên şehîdan pêk tên, em ê li pey doza wan bimeşin.”

Piştre jî Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Seyîd Salid axivî, got: “Gelê Kurd îro bi tekoşîn û xebata xwe destkeftiyên mezin bi dest xistine. Ji bo parastina van destkeftiyan divê gelê Kurd û aliyên siyasî bi şêweyek hestiyar tevbigerin.”

Piştî axaftinan cenazeyê fermandar û gerîlayê 30 salan Bedran Cûdî bi diûrşma “Şehîd Namirin” ve hate veşartin.