BI DÎMEN

Li Qendîlê bergehên bihar û mirovan...

Bi hatina biharê re sirûşta Kurdistanê zindî dibe û bi hemû rengan xwe dixemilîne.

Cogragyaya Kurdistanê îsal jî piştî zivistaneke dijwar xwe bi rengê kesk pêça. Li cihên ku ji hêla gerîlayên Kurdistanê ve tên parastin, ji lewitandin ji ber mirovan û xirabûnê dûr maye, mirov bi komî, tevlî jin û zarokan têne van deran û fêkiyên biharê, kereng, soryasan didin hev.

Jin û zarok hem ji ber hatina biharê û hem jî ji hêlekê ve ji ber ku hatine aborî ji wan re çêdibe, dibêjin ew pir hez dikin ku werin çiyayê Qendîlê seyranê bikin.
Çend bergehên bihar û însên ên ku li Çiyayê Qendîlê ketin ber kamerayên ANF’ê...