Li Qeladizê biryara DYA’yê hate protestokirin

Biryara DYA’yê ya li dijî sê şoreşger û pêşengên Kurd li bajarokê Qeladizê ya Silêmaniyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Bi sedan welatiyên Qeladizê li Parka Pîremêrd li hev civiyan û biryara DYA’yê ya li dijî Rêveberên PKK’ê Cemîl Bayîk, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan bi çalakiyekê protesto kirin.

Di çalakiyê de wêneyên her sê pêşengên Kurd hatin hildan û Sabir Abdullah daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Abdullah diyar kir ku biryara DYA’yê planeke li dijî pêşeroja gelê Kurd e û wiha got; “Em gelê Qeladizê, aktivîst û rojnameger biryara DYA’yê protesto dikin.”

Abdullah wiha domand; “Divê hemû gelê Başûrê Kurdistan û aliyên siyasî li dijî biryara DYA’yê nerazîbûnê nîşan bidin. Em hemû bi hev re mafê neteweya Kurd biparêzin. Bi hemû hêza xwe em komploya li ser gelê Kurd pûç bikin.”

Çalakî bi dirûşmeya ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ û ‘Şoreşgerên me di ruhê me de ne’ bi dawî bû.