Li Qamişlo cenazeyên 4 şervanan hatin veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên 4 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Abdulkerîm Sarûxan hatin veşartin.

 Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyên şervanên YPG′ê Salar Ehmed (Gur), Ehmed Reşîd (Egîd Qamişlo) û herdu Endamên hêzên HAT’ê Cengawer Îbrahîm (Orkêş) û Mihemed Yasîn (Şoreş) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dane bûn.

Li goristanê li gel deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandara Hêzên Asayîşê Nûjan Hesen axivî û diyar kir ku wê hemû êrîşên li Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya fedekariya QSD/YPG/YPJ′ê têk biçin.

Her wiha Nûjan îxaneta PDK′ê û hevkariya wê ya bi AKP′ê re, rexne kir.

Piştre jî, nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasimê de şenazeyên şervanan bi dirûşman ve hatin veşartin.