Li qadên gerîla pîrozbahiyên Newrozê

Gerîlayên HPG û YJA Starê cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Kurdistan her tim bûye dergûşa lehengiyê. Her destaneke efsanewî jî îro li nava gelê kurd bi rengên cuda tê pîrozkirin û bîranîn. Yek ji wan jî Newroz e ku weke berxwedana li dijî zilmê tê dîtin. Newroz bi têkoşîna 50 salî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi keda wî di sala 2022'an de gihîşt asta herî bilind. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Newroz bi vî ruhê serketinê pîroz kirin û bi xwedîderketina li çanda qedîm ev roj bi fedayîtiyê hîn bêhtir bi wate kirin.

Gerîlayan di pîrozbahiyê de bi her zaravayên Kurdî stran gotin, hezkirina xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dan. Gerîlayan agirê Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dadan û govend li dorê gerandin. Di pîrozbahiya bi coş de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û "Bijî Newroz" hatin qîrîn.