Li qada pîşesaziyê ya Amedê teqîn: Herî kêm 15 kes birîndar bûn
Li Qada Pîşesaziyê ya 3'emîn a li ser Rêya Rihayê ya Amedê, teqîneke mezin pêk hat. Herî kêm 15 kes birîndar bûn.
Li Qada Pîşesaziyê ya 3'emîn a li ser Rêya Rihayê ya Amedê, teqîneke mezin pêk hat. Herî kêm 15 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên destpêkê, li dikana kesê bi navê Dogûş Torna teqîn çêbûye û ev teqîn jî ji ber tup bûye. Lê belê hînê ev agahî bi rengekî fermî nehate piştrastkirin.
Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê. Li dikanê û derdora wê herî kêm 15 kes bi giranî birîndar bûn.
Birîndar ji aliyê tîmên alîkariya lezgîn ve ji binê enqazê hatin derxistin û birin nexweşxaneyan.
Li ser teqînê lêpirsîn hate destpêkirin. Hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.