Li plaja jinan tacîza polîs û cerdevanan

Li navçeya Erdîş a Wanê, poolîs û cerdevan bi çekan dikevin nava plaja ku ji bo jinan hatiye veqetandin û jinan tacîz dikin. Jinan nerazîbûn nîşanî vê tacîza ji aliyê polîs û cerdevanan ve tên kirin dan.

Jina bi navê P.A diyar kir ku ew bi du keçên xwe yên ciwan çûye plajê û got: "Li ser daxwaza zarokên xwe em çûn plajê û ketin avê. Plaj a jinan e, ji jinan bêhtir polîs û cerdevanên bi çek hene. Polîs û cerdevan bi nêzîkatiyên neyînÎ li nava jinan jinan digerin û jinan tacîz dikin."

Jina ciwan a bi navê L.A anî ziman ku di ketina plajê de jin ji aliyê polîs û cerdevanên bi çek re bi lêgerîna zirav re tên derbas kirin û wiha got: "Li cihê avdestxane û cihên kinc guhertinê jî polîs û cerdevan kontrol dike. Ji ber polîs û cerdevanên mêr, ti jin nikarin biçe plajê. Dema jin diçin plajê jî ji aliyê polîsan ve tên tacîzkirin."