Li Pirsûsê bi hezaran kes kom bûn, Newroz diyarî Emîne Şenyaşar hate kirin

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi hezaran kes di Newrozê de kom bûn. Newroz diyarî Emîne Şenyaşar hate kirin.

Li navçeya Pirsûsa Rihayê ku li kêleka bajarê Kobanê ye bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin. Ji serê sibehê ve xelkê Pirsûsê berê xwe da qadê û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm danîne şûna wê, Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. 

Li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê de di Tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Polîsan destûr neda pankarta “Ji her kesî re edalet” ku çalakiya Emîne Şenyaşar bi bîr dixe, bibin qadê. Bi hinceta “pankart têkildarî Newrozê nîne” hat astengkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina destpêkirin û silavkirinê dest pê kir û deqîqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftin hat kirin. Pişt re jî Hevserokên HDP’a Pirsûsê derbarê girîngiya Newrozê axivîn. 

 NEWROZ DIYARÎ EMÎNE ŞENYAŞAR HATE KIRIN

Hevserokên HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan û Çîgdem Karakeçîlî derbarê girîngiya Newrozê de axivîn û destnîşan kirin ku ew Newroza li Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) dikin û dê her tim li cem Emîne Şenyaşar bin û xwedî li têkoşîna wêya edaletê derbikevin. 

Di vê kêliyê de Dayikên Aştiyê lîlandin û agirê Newrozê pêxistin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û têkoşîna gelê kurd. 

Parlamenter Ayşe Surucu jî axivî û wiha got: “Em di destpêkê de şehîdên Newrozê bibîr tînin. Dema meriv dibêje Pirsûs, ewilî berxwedan tê bîra meriv. Îradeya li Kobanê dijî DAIŞ’ê li ber xwe da îro li Pirsûsê li qada Newrozê ye. Pergala tekperest li her derî xitimiye û têk diçe. Li her qadê têkoşîn û berxwedana gelê Kurd mezin dibe. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têbikoşin. Êdî dem dema vekirina deriyên Îmraliyê ye. Êdî dem dema azadiya rêzdar Ocalan e.” 

NEWROZ LI DIJÎ ZILMÊ SERHILDAN E

Parlamenter Omer Ocalan jî bal kişand ser girîngiya Pirsûsê ya di warê têkoşîna azadiyê de û got: “Ev der Kobanê ye. Vî bajarî her tim li dijî zilmê têkoşînek birûmet daye. Em di demek dîrokî de derbas dibin. Li her deverê zilm heye. Divê em malbata xwe Malbata Şenyaşar ji bîr nekin. Li edaletê digerin. Malbata Şenyaşar rûmeta Pirsûsê û gelê Kurd e. Newroz li dijî zilmê serîhildan e. Gelê Kurd li dijî zilmê li ber xwe dide. Em ê bi têkoşîna xwe ya demokratîk hesabê zilmê bipirsin. Rêya me rêya azadiyê û rêya 3’emîn e.”

Omer Ocalan destnîşan kir ku ji 25’ê Adara 2021’an ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û wiha got: “Gelê Kurd li Rojhilata Navîn siyasetê diyar dike. Divê îktidar tecrîdê rake û pêşî li aştiyê veke. Yên ku tecrîdê kûr dikin wê têk herin. Em ê yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û li dijî hemû êrişan bibin bersiv.” 

Piştî axaftinan koma muzîkê Grup Îsyan Ateşî û dengbêj Hediye Kalkan derketin ser dikê û strîn. Xelkê li ber stranan govend gerand û pişt re pîrozbahî bi dawî bû.