Li Pîranşarê şer derket
Li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê, di navbera pêşmergeyên Hizbî Demokrat ê Kurdistanê - Îran (HDK-Î) û hêzên rejîma Îranê de duh bi şev şer derket.
Li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê, di navbera pêşmergeyên Hizbî Demokrat ê Kurdistanê - Îran (HDK-Î) û hêzên rejîma Îranê de duh bi şev şer derket.
HDK-Î li ser şerê ku saet di 23:00 de qewimî daxuyaniyek da. HDK-Î rûdana şer piştrast kir, lê li ser encamên wê ti agahî neda.
Medya Îranê jî ragihand ku di şer de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane, 4 pêşmerge jî birîndar bûne.
Têkildarî mijarê agahiyeke berfireh bi dest neket.