Li Pêrtagê di ecama teqîna heyberekê de 2 zarok birîndar bûn
Li peravê ava li gundê Sagman a girêdayî navçeya Pêrtag a Dersimê, dema zarokan dilîstin di encama teqîna heyberkê de birîndar bûn.
Li peravê ava li gundê Sagman a girêdayî navçeya Pêrtag a Dersimê, dema zarokan dilîstin di encama teqîna heyberkê de birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmê diyar kir ku sedemê teqînê mayînên ku berê ve li herêmê hatine çandin qewimiye.
Li bejahiya gundê Sagman ê girêdayî naçeya Pêrtag a Dersimê di saetên şevê de zarokên 6-12 salî ku bi navên R.K û TK ku pismamên hev in, dema li ber peravê avê dilîstin, di encama teqînekê de birîndar bûn. Piştî mudaxeleya destpêkê ya li herêmê û şûnde zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pêrtag, li vir jî piştî dermankirinê û şûnde sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Firat a Xarpêtê.