Li Pasûrê di qezaya trafîkê de 2 mirî 10 birîndar
Li navçeya Pasûrê ya Amedê mînîbusek wergeriya, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê mînîbusek wergeriya, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Li Pasûrê mînîbusa ku hêj plaqeya wê nehat hînbûn li Elmaliyê Jorîn ji kontrolê derket û wergeriya.
Di encama qezaya ku pêk hat de rêwiyên mînîbusê Zehra Can (81) û Zelîha Akin (58) jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê yên ku çûn cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyên Amedê.