Li parlamentera berê ya HDP'ê Demîrel 7 sal ceza hate birîn

Li parlamentera HDP'ê ya berê Çagla Demîrel 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Parlamentera berê ya HDP'ê Çagla Demîrel ku di sala 2015'an de hate girtin, bi îdîaya "Endametiya Rêxistinê" hate darizandin. Rûniştina biryardanê ya dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Parlamenterên Demîrel Reyhan Yalçindag û Mesût Beştaş beşdarî rûniştina dozê bûn. Her wiha Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen û malbata Demîrel rûniştina dozê şopandin.

Paêzer Yalçindag bi bîr xist ku hêzên ewlekariyê yên lêpirsîn meşandin ji FETO hatin girtin û got, "Em beraatê naxwazin. Em dibêjin ku nabe hûn ceza bibirin."

Beştaş jî got, "Eşkere ye ku girtina wê hiqûqî nîne."

Heyeta dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrel birî.