Li Nobeda Wijdan û Edaletê çalakiya dengderxistinê

Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku di saet 21:00’an bi çalakiya dengderxistinê ve dewam dike. Serok Wekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş a piştî çalakiyê axivî, diyar kir ku edalet ne ew e ku ya li ser tabeleya AKP’ê hatiye bicih kirine.

Nobeda Wijdan û Edaletê ya HGP’yiyan a ku li Amed û Stenbolê lidar xistî û îro li Wanê dayî destpêkirin bi çalakiya dengderxistinê ve dewam dike.

Parlemetera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a ku piştî çakiya dengderxistiyê ya 5 deqan dom kir û şûnde axivî, diyar kir ku li dijî rewşa ku AKP’ê derxistî daketine kolanan. Beştaş diyar kir ku edalet ne ew e ku li ser tabeleya AKP’ê cih digire ye û AKP’ê partiyeke ku edalet û wijdan ji holê rakiriye, destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan gelê Wanê xwedî li çalakiyê derketiye. Beştaş, bang li gelê Wanê kir ku saet 21:00’an beşdarî çalakiya dengderxistinê bibin.

Nobeda Wijdan û Edaletê bi staran û helbest gotina parlemeteran ve dewam kir.