Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî
BI DÎMEN

Li Nisêbînê sûc li dijî mirovahiyê tê kirin

Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Zekî Ûzûn, li hemberî hilweşandina xaniyan a li ser cenazeyan nerazîbûn nîşan da û diyar kir, ev rewşa li Nisêbînê rû dide ji aliyê exlaqî û tenduristiyê ve rewşeke sosret e.

Li Nisêbînê, cenazeyên mirovên sivîl û endamên YPS'ê yên di dema êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, hê jî li taxên qedexekirî ne, ku li van taxan xaniyên welatiyan tên hilweşandin. Li gelek taxan bi taybetî li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê, hêzên dewletê hê jî xaniyan xera dikin û nahêlin cenazeyên li van taxan bên rakirin. Hêzên dewleta Tirk xaniyan bi ser cenazeyan ve dirûxînin. Li taxa Firatê, roja 16'ê Çileyê di dema xerakirina xaniyan de cenazeyê kesekî din ji binê xirbeyan hat derxistin.

Ji bo rakirina cenazeyên li taxên Nisêbînê, ev çend hefte ne bang tên kirin. Lê belê hêzên dewletê nahêlin cenaze bên rakirin û xaniyan jî bi ser cenazeyan ve hildiweşînin.

Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Zekî Ûzûn, ku rewşa li Nisêbînê ji nêz ve dişopîne, rûxandina xaniyan bi ser cenazeyan ve weke bûyereke 'sosret' bi nav kir û hişyarî da, ku ev rewş ji aliyê tenduristiyê ve gefê li hezaran kesên li Nisêbînê dixwe.

'GELÊ NISÊBÎNÊ DI NAVA RÎSKÊ DE YE'

Dr. Zekî Ûzûn da xuyakirin, ku bomberdûmana bi mehan ji aliyê dewletê ve li Nisêbînê kir, bi qasî ser rûyê erdê, zerar daye binesaziya navçeyê û got, "Di rewşeke bi vî rengî de ava kanalîzasyonê û ya vexwarinê tevlîhev dibe. Ev yek jî rê li ber rîskeke mezin a tenduristiyê vedike. Li Nisêbînê, nexweşiyên şewbê û pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî rû didin. Pirsgirêka koçberiyê jî, ku ji ber hilweşînê rû da, dibe sedema pirsgirêkên giran ên tenduristiyê. Ji ber koçberiyê, derzî li zarokan nikare bê xistin, derziyên ji bo ducaniyan nikarin bên kirin. Jİ ber vê yekê, xeterî heye ku nexweşiyên cidî di dema pêş de li sedan zarokên li Nisêbînê der bibin."

'EM NIKARIN XIZMETA TENDURISTIYÊ BIGIHÎNIN GEL'

Dr. Ûzûn diyar kir, li Nisêbînê ew nikarin xizmeta tenduristiyê bigihînin gel û wiha dewam kir: "Aştî û tenduristiyê mijarên zikhev in. Ji ber şert û mercên şer ên li Nisêbînê, em nikarin xizmeta tenduristiyê bigihînin wê derê. Li Nisêbînê hejmara pitikên mirî ji dayik dibin zêde dibe, zarok ji ber dayikan diçin, psîkodîmanîk xera dibin. Li Nisêbînê derfetên tenduristiyê nîne."

Dr. Ûzûn anî ziman, ew dixwazin li Nisêbînê derfetên tenduristiyê bafirînin û ji hêzên dewleta Tirk xwest, ku van mercên gefê li tenduristiya mirovan dixwin, êdî ji Nisêbînê rakin.

BÎLANÇOYA MIRIN Û HILWEŞÎNÊ YA LI NISÊBÎNÊ

Dr. Ûzûn bîlançoya mirin, koçberî û xaniyên li Nisêbînê ji ber bomberdûmanê û piştî şerê li navçeyê rû da, eşkere kir:

"Li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Zeynel Abîdîn 12 hezar û 380 malbat bi giştî 70 hezar kesî ji neçarî koç kirin. Wekî din li van pênc taxan 12 hezar xanî û 9 hezar dikan hatin hilweşandin. Zêdeyî hezar kes birîndar bûn. Hejmara miriyan, tevî leşker-polîs û sivîlan di navbera sê sed û pênc sed de ye."

'PÊŞÎGIRTINA LI RAKIRINA CENAZEYAN, SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Dr. Ûzûn, pêşîgirtina li rakirina cenazeyên li taxên xanî lê tên hilweşandin, rewşeke sosret a 'însanî û exlaqî' bi nav kir. Dr. Ûzûn diyar kir, hêzên dewletê bi xerakirina xaniyan re sûc li dijî mirovahiyê dike û got, "Ev jî têra wan nake, di ser re nahêlin cenaze bên rakirin. Û xanî bi ser cenazeyan ve tên rûxandin. Divê dewlet derhal vî sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê bi dawî bike."