Li Nisêbînê, mirina bi guman a leşkerekî ji Tekîrdagê

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, Ridvan Sagdiç ê ku leşkerî ji artêşa Tirk re dikir, hate îdîakirin ku di encama "qezaya bi çekê" de miriye.

Bûyera ku weke "qeza" hate ragihandin, 10'ê Hezîranê li 70'emîn Fermandariya Tûgaya Peya ya Mekanîzeyê rû da.

Leşkerê ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, mir. Cenazeyê Sagdiç birin Tekîrdagê.

Hefteyên dawî mirina bi guman a leşkeran zêde bû. 8'ê Hezîranê li nêzî gundê Karaguney ê navçeya Qaxizmanê ya Qersê, çawişê pispor Egemen Ozturk mir ku hate îdîakirin qeza kiriye.

9'ê Hezîranê jî li Şirnexê hatibû îdîakirin ku çawişê pispor Adil Yilmaz bi "qezaya çekê" miriye.