Li Nisêbînê gel herikîn qada Newrozê

Şêniyên Nisêbînê qada Newrozê tije kirin. Ji ber berteka gel polîs ji qadê reviya.

Di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdîn de jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi laçikên kesk û sor û zer reng dan qada pîrozbahiyê. Qada pîrozbahiyê bê navber bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be”, “Bê Serok jiyana nabe”, “Şehîd namirin”, “Bijî Kurdistan”, “Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” dihejiya. Piştî dirûşmeyan dest pê kir, polîsên ku xwestin bikevin qadê rastî berteka gel hatin. Ji ber berteka gel polîs neçar man ji qadê birevin.

Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê û  Berdevka Partiyê Ebrû Gunay û Pero Dundar, hevserokên HDP’ê yên bajêr û navçeyê, Dayikên Aştiyê, dayika Garîbe Gezer a li girtîgehê hat qetilkirin Halîme Gezer û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlê pîrozbahiyê bûn. Agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê û wekîlên HDP’ê hate pêxistin.

Gunay a HDP’yî Newroza 92’an bi bîr xist  û got ku şehîdên Newrozê sembola berxwedan û azadiyê ne. Wekîla HDP’ê Ebrû Gunay her wiha anî ziman ku wê ala Newrozê ya şehîdan hiştine li erdê nekeve û ragihand, “Agirê ku wan pêxist, bi berxwedanê re mezin bû û bû Newrozî.”

Gunay di beşek din a axaftina xwe de bal kişande ser rêya çareseriyê û got, “Çareserî li gel Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e, li Îmraliyê ye.”

Her wiha Gunay îşaret bi şerxwaziya AKP-MHP’ê kir û diyar kir, “Wê Kurd bi ser bikevin, çawa ku desthilatên înkarker ên beriya AKP’ê bin ketin wê ew jî bin bikevin. Bi înkarkirina Kurdan çareserî çênabe. Desthilata ku qada Newrozê nabîne di tecrîd û şer de israr dike, lê gelê Kurd êdî ne şer, azadiyê dixwaze. Çi dibe bila bibe wê HDP bi rêya sêyemîn azadî û demokrasiyê bîne welat û em ê bi hevre bi ser bikevin. Helwesta HDP û gelê Kurd zelal e, helwesta me di nameya azadiyê ya di Newroza 2013’an de ye, di nameya Birêz Ocalan de ye. Hesabên ku hûn li ser masê çêdikin wê li we vegerin, ji ber ku Kurd wê bi Birêz Ocalan re aştiyê pêk bînin. Ji ber ku Kurd dizanin ku çareserî li ba rêzdar Ocalan e. Desthilat divê vîna gelê Kurd ya li qadên Newrozê bibîne û ji bo çareseriyê teqez bi Ocalan re li ser masê birûnê. Çareserî li Îmraliyê ye, çareserî li ba Ocalan e.”

Axaftina hem Kurdî û hem Tirkî ya Gunay timî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hat birîn. Newroz bi konserên hunermend Mûrat Demîr, Mîkaîl Aslan û Koma Sorjiyan ve dom kir.