Li nexweşxaneyên Wanê daxwaza randevûyê nayê qebûlkirin

Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê dema ku nexweş ji bo nexweşiya zik dixwazin mieyene û endoskopî bibin dibêjin ''niha biçe, piştî bi 5 mehan were''.

Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê nexweş dema ku ji pergala randevûya navendî ''Alo 182'' dixwazin randevûyê bistînin, piştî bi 10 rojan randevûyê didin. Ji ber ku randevûyê piştî 4-5 mehan didin kolonoskopî, endoskopiyê nexweş bi helwest in. Hin nexweşên din dema ku serlêdanê dikin, ji wan re dibêjin,''sibehê saet 6'an werin, randevûya xwe bistînin.''

28'ê Sibatê nexweş M.S ku xwestî randevûyê bistîne, ji bo 15 roj şûn de randevû danê. Nexweş M.S ku bi nexweşiya zik çûyî nexweşxanê, piştî ku nexweşiya xwe ji doktor re gotî, doktor jê xwestiye ku endoskopî bibe û li serwîsa Gastroenterolojiyê randevûyê bistîne.

Dema ku dixwaze randevûyê bistîne, roja randevûyê 7'ê Tîrmeha 2021'an ango piştî 113 rojan tê diyarkirin. M.S got, ''Ev ne şoreşa li qada tendiristiyê'' ye, lê ''hetiketiya li qada tendiristiyê ye.''