Li Mûşê bi hezaran kesî agirê Newrozê dadan

Li Mûşê bi hezaran kesî li gel astengî û dorpêçiyê jî agirê Newrozê dadan.

Newroza li Mûşê bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' li qada Stasyonê bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin. Qad ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Li derdora qada pîrozbahiyê li gel tîmên taybet, her wiha polîsên trafîkê û bi dehan komên polîsên sivîl û yên çevîk jî hebûn. Ciwanên ku dixwestin di du noqteyên lêgerînê bikevin qada Newrozê, bi hinceta “lêgerîna bombeyê” bi saetan li derve hatin sekinandin.

Piştre jî polîsan bi hinceta lêpirsîna nasnameyê û gelek hincetên din, nehêlan bi dehan ciwan bikevin qada Newrozê. Lê belê tevî hemû astengiyan jî xelkê Mûşê herikî qada Newrozê û Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kirin. Bi hatina gel re deqeyek rêz hat girtin û pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Piştre jî welatiyan agirê Newrozê vêxist û xelekên govendê gerandin. 

Di pîrozbahiya Newrozê de li gel parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, her wiha Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, DBP, TJA, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes amade bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Belma Nergîz di pîrozbahiyê de Newroza gel pîroz kir û xwest ku di zûtirin demê de dawî li binpêkirinên li girtîgehan were anîn. Dîba Keskîn jî di pîrozbahiyê de gel silav kir.

Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku AKP’ê maseya aştiyê têk bir û wiha bi dawî kir: “Piştre jî AKP tecrîda li ser Îmraliyê dan destpêkirin. Bi vê tecrîdê re hemû derdorên civakê xistin tecrîdê. Lê belê gelê Mûşê îro li vê qadê bersiva herî baş dan tecrîd, zilm û înkarê. Tevî ewqas astengkirinan, tevî berf û sermayê jî bi hezaran kes herikîn qadê bersiveke xurt dan.”

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û bi berzkirina dirûşman berdewam e.