Li Motkî derketina derve hate qedexekirin
Li 3 gund û taxeke navçeya Motkî ya Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin.
Li 3 gund û taxeke navçeya Motkî ya Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin.
Dewleta Tirk, beriya operasyona leşkerî ya li 3 gund û taxeke navçeya Motkî ya Bedlîsê, ji saet 17:00 ê duh êvarê ve derketina derve qedexe kir.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Motkî, li gundên Yazicik, Yûvalidam û Kayran û taxa Aksû derketina derve heta fermaneke din qedexe ye.