BI DÎMEN

Li Moskowê Konferansa Jina Kurd dest pê kir

Li Federasyona Rûsyayê, Moskowê li Otel Izmaylovskî 2. Konferansa Jina Kurd saet 11.00’an dest pê kir. Ji Bakur, Rojava û Başûr gelek kes tevlî konferansê bûn.

Axaftina destpêkê ya konferansê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Jina Kurd a Rûsya Kurdistan Lezgîyeva kir. Lezgiyave li gel geşedanên li Rojhilata Navîn bal kişande ser têkoşîna jina Kurd û got:

‘’Îro li Paytexta Federasyon Rûsya Moskowê em bi Organîzasyona Jina Kurd a Moskowê û Tevgera Jina Kurd a Rûsya Konferansa 2. a Jina Kurd a Navnetewî li dar dixin. Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên syiasî û ji deverên cihê yê Rûsyayê siyasetmedar, rewşenbîr, kesên navdar û nûnerên rêxistinên civakî tevlî vê konferansa me ya bi navê ‘’Li dijî îslama tundrew rista têkoşîna jinê’’ dibin.

Rojeva sereke ya konferansa me li dijî îslama radîkal rista jinan e. Îslama radîkal bi taybetî piştî ku DAIŞ derkete holê, her çendî di qada navnetewî de ev mijara hatibe nîqaşkirin û ji bo çareseriya wê ramanên cuda derketibin holê jî niha li Rojhilata Navîn li dijî îslama radîkal a ku têkoşîna çalak didin Kurd in. Ji bo vê jî dema ku mirov behsa vê rojevê dikin divê mirov behsa rista Kurdan bike.

Têkoşîna jinê û artêşbûna wê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kedeke mezin derxistî holê, di kaosa Rojhilata Navîn de xwedî ristekî girîng e. Tevgera Jina Kurd bi rista ku dayî ser milê xwe ji hêla gelek tevgerên jin ve li qada navnetewî bi baldarî tê şopandin. Bi taybetî bi berxwedan û serketina ku di van salên dawî de nîşan dayî tim behsa wê kirin. Li herêmê yê ku herî pir destekê dide îslama radîkal AKP ye. Dewleta Tirk mesafe nedaniye navbera xwe û DAIŞ’ê û bûye paşmêrê wê yê herî mezin.’’