Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Minbicê cenazeyên 4 şervanan hate veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê 4 şervanan li Goristan Şehîdan a Mibinê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên Mehmûd Elî Mihemed, Henûç Hiso, Ehmed El-Umer û Edî Miho ku di demên cuda de li gundewarên rojavayê Minbicê û Hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya El-Wetenî ya bajêr wergertin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxisitn. Piştre Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û diyar kir ku van şervanan jî li pey hevalên xwe yên ku ji bo parastina xaka xwe canê xwe kirin qûrban, meşiyan û heta di vê oxirê de jî şehîd bûn.

Li ser navê Hêzên Asayîşa bajêr Mûstefa Osman axivî, got ku şervanên azadiyê ji bo rizgarkirina welatê xwe ji çeteyan û hêzên dagirker, canê xwe feda kirin.

Her wiha Endamê Meclîsa Sivîl a bajarê Minbicê Ebdo El-Elî jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û destnîşan kir ku gelê Minbicê bi vîna xwe li hember dijmim li ber xwe didin û wiha pê de çû: ″Şerê ku li ser herêma Minbicê tê kirin, şerê derûnî ye. Dijmin bi vê yekê hewl dide li herêmê tevlîheviyan bafirîne. Lê, bi saya têkoşîna lehengên me, ew nagihêjin armanca xwe.″

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her 4 têkoşeran bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.