Li Midyadê ji bo Êzîdiyan lêgerîna zirav û tehdîd

Êzîdiyên ku bi destê qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê koç kirin, li kampa çûnê jî ji hêla zîhniyeta AKP’ê tên biçûkxistin.

Êzîdiyên ku ji hêla qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê Mehmet Guzel nehatin xwestin, ji Qada Fîdanlikê ya şaredariyê hatin derxistin û şandibûn Kampa Midyada Mêrdînê ya AFAD’ê. Êzîdî li deriyê kampê 2 saetan hatin rawestandin, piştî leşkeran lêgerîna zirav kirin derbasî kampê bûn.

RAYEDARÊ AFADÊ GEF XWAR

Hat diyarkirin ku amûrên Êzîdiyan ên mîna betanî, sobe jî bi fermana rayedarên kampê ji hêla leşkeran hatine desteserkirin.

Her wiha rayedarekî AFAD’ê yê li kampê jî wiha gef li Êzîdiyan xwariye, “Ev, ne cihê we yê berê ye, li vir dîsîplînek, rêgez hene. Yên bibin pirsgirêkê wê bên qewitandin.”

Êzîdî, li konên ku li ser axê hatine vekirin bi cih bûn.