Li Mexmûrê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) îşev yekemîn agirê Newrozê hate dadan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) dest bi pîrozbahiyên Newrozê hate kirin.

Pîrozbahiya Newrozê wê her şevê li semteke wargehê were lidarxistin. Îşev yekemîn agirê Newrozê li Semta Şehîd Rûbar hate pêxistin. Qad bi wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê ve hatibû xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê (TJCM) Mizgîn Kara axivî. Kara di destpêka axaftinên xwe de bal kişande ser agirê Newrozê ku ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hatî dadan û sembola serkeftinê ye ji bo gelê Kurd. Kara Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gerîlayan, li gelê Kurd û hemû beşdarên merasîmê pîroz kir.

Piştî axaftina Kara agirê Newrozê ji 3 aliyan we hate pêxistin û bi vêketina agir re dengê tîlîliyan û qêrîna dirûşmeyên wek “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” li qadê deng veda.

Piştre beşdaran li ber stranan dest bi gerandina govendê kirin.

Beşdaran di nava wê coşa pîrozbahiyê de nêrîn û hestên xwe yên ji bo Newrozê bi ANF’ê re parvekirin. Şêniyan li gel ku kêyfxweşiya xwe ya ji bo Newrozê anîn ziman û Newroz pîroz kirin, bang li gelê Kurd kirin ku îsal bi coşek mezin tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.