Li Mexmûrê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Cejna Newrozê bi pîrozbahiyek bi heybet hate pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi şîara, “50. Saliya Serfiraziya Newroza Rêbertiyê pîroz be“ û “Di 50. Saliya têkoşîna azadiyê de, em ê bi agirê Newrozê pergala Îmraliyê bişkênin û Rêber Apo azad bikin” Cejna Newrozê bi tevlîbûna bihezaran welatî û xwendekaran hate pîroz kirin. Pîrozbahiyê bi hatina xwendevanan a bi meşê qad hejand. Qada şahiyê bi al û posterên Rêbertê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KJK, KCK, YJA-STAR û wêneyên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û Rustem Cûdî hatin xemilandin. Piştî hatina gel û xwendekaran, ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Yusiv Kara axivî.

Yusiv Kara di destpêka axaftina xwe de 50. Newroa Rêber Ocalan, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên serê çiyan û tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha axivî: “Gelê welatparêz, qehreman, gelê ku bi canê xwe bi vê şoreşê re, ev nêzî 30 sale têkoşîn didin meşandin. 50’emin Newroza Rêber Apo li zarokên pêşeroja civakê, mamoste û mêhvanên ji dûr hatîn pîroz dikin. Hûn dizanin em di 50’emîn saliya Newroza Rêber Apo de ne, pêwîste Newroza 50. êdî bibe Newroza azadî, serxwebûn û serfiraziyê. Em hebûn û têkoşîna xwe hîn bilintir bikin û pêngava 1973’an hatî destpêkirin bi wê pêngavê re heval Mazlûm agirê Newrozê bi canê xwe pêxist. Ji bo em ruhê 1974’an bidin meşandin, pêngava ku bi sê, çar kesan hatî destpêkirin û heta roja îro gehiştiye vê astê û ev Newroz bûye Newroza milyonan kes ku bikaribin li hemberî dijminê faşîst li ber xwe bidin. Gelê me yê ku bi vê pêngava 1973’yan heta roja îro canê xwe fedakiriye em hemûyan bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan di tewinin.”

Pişti axaftina Kara bernama şahiyê li ber axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah re meşale hat vêxistin. Piştî wê koma mûzîkê ya NÇHM stranên xwe pêşkêş kir. Her wiha piştre Koma Govendê ya şehîd Xebat Marînos derket ser dikê. Piştre şano hat lîstin, her wiha piştî wê Hunermend Axin bi stranên xwe gel coşand. Koma Govenda Ciwanan, Koma Şehîd Serhed ji Başûr, Hunermend Berbang derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.