Li Mexmûrê mîhrîcana 4’ê Nîsanê bi çoşeke mezin dest pê kir

Mîhrîcana 4'ê Nîsanê ya li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku her sal tê lidarxistin, bi coşeke mezin dest pê kir.

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 11’emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4’ê Nîsanê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan danê sibehê dest pê kir.

Endama Saziya Hînkarî û Perwerdeyê Mamosta Bêrivan Demîr axaftina vekirinê kir û destpêkê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zarokên Mexmûr, gerîla û li tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Piştî axaftina Demîr bernameya mîhrîcanê li qada futbolê dest pê kir.

Piştre li salona Konferansê ya Wargehê pêşangeha wêneyan hat vekirin. Pêşangeh ji aliyê dayika şehîdê çapemeniya Azad Rizgar Adanmiş, Meryem Adanmiş ve hate vekirin. Meryem Adanmiş axivî, xêrhatina hemû gelê wargehê kir û pêşangeh diyarî şehîdên Tevgera Azadiyê kir.

Di pêşangehê de beşek taybet ji bo wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hate veqetandin. Beşek jî pêşangehê, ji bo şehîdên Çapemeniya Azad hatiye veqetandin.

Beşeke pêşangehê ji bo wêneyên koçberiya Wargeha Mexmûr û beşek jî ji bo helbest û dariştinên xwendevanan hatiye ve qetandin.

Di pêşangehê de her wiha xwendekar û wênesazan wêne xêz kirin. Pêşangeh wê heya 4’ê Nîsanê ji gel û xwendevanan re vekirî be.

11'emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4'ê Nîsanê wê sibe jî bidome.