Li Mexmûrê koma nû nobedê dewr girt

Çalakiya nobedê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, koma 15’emîn dewr girt.

Çalakiya nobedê ya ku di 20’ê Tîrmehê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, koma 15’emîn dewr girt.

Di merasîma radestkirinê de li ser navê koma 14’emîn Rojbîn Otun axivî. Otun diyar kir ku heta encsmê bigirin dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: “Em zarokên vê kampê ne. Em bi biryar in ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi dest bixin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê bi çalakiyên xwe bersiva herî xurt bidin dijmin."

Piştî axaftinê çalakiya nobedê bi berzkirina dirûşman radestî koma 15'emîn hat kirin.