Li Mexmûrê Emgîhan Cûdî hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Emgihan Cûdî bi nasnav Xemê Pusat bi merasîmekê hat bi biranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Emgihan Cûdî bi nasnav Xemê Pusat ku bi nexweşiyê gihabû şahadetê, li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmek hat bi bîranîn. Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê tevahî şehîdên Kurdistanê destpêkir. Piştî deqeyekê rêzgirtin nameya ku ji aliyê Fermandariya YPJ’ê ve ji bo malbatê hatibû şandin hat xwedin.

Nameya Fermandariya YPJ wiha ye: "Şehîd ewên ku meşeleya serhildana pêxistine û temsîla wê dikin, ji bo vê jî erka me ye ku em mafê wan neçewsînin ji ber ku xwîna wan ne erzane. Şehîd xwediyê dilên pak in, ewin yê ku têgihiştin, heqîqetê û xwestin pêk bînin û ji bo pêkanîna wê xwe feda kir. Doza ku mezin dibe û bi xwîna şehîdan tê avdan tu mirov nikare zirarê bidiyê, bi saya şehîdên me, me li dijî mirinê serî hilda û me jiyanek bê mirin afirand. Em weke hêzên leşkerî yên YPG û YPJ’ê şopgerên şehîdên xwe ne, bejna xwe li hember wan ditewînin û soza tekoşîna wan ta ku avakirina suriyeyek demokratîk û Kurdistaneke pêk bînin."

Piştî nameya fermandariya Navendî YPG û YPJ’ê li ser navê Rêveberiya Meclîsa Îştar Dîlan Hecî li ser jiyana Şehîd Emgîhan Cûdî axivî

Dîlan Hecî nêrînên xwe wiha li ser jiyana şehîd Emgîhan anîn ziman û got: “Di serî de di kesayeta şehîdên meha Tebaxê û şehîd Emgîhan de em bejna xwe li beramberî tevahî şehîdan di tewînin. Şahadeta Emgîhan Cûdî di mehekî ku wek meha tebaxê de pir giring bû. Şehîd Emgîhan di jiyanê de ji bo tekoşîna gelê Kurd hevalek pir fedakar bû. Hem li çiyan hem jî di nava civakê de çi erk û berpirstiya ku di ket aliyê wê pêk dianî û xwe ji wê pirsgirêkên ku dinav civakê de derdiket pêş berpirsyar digirt.”

Herî dawî Rêveberiya Meclîsa Îştar Dîlan Hecî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di nava civakê de keda şehîd Emgîhan pir hebû. Ji ber vê yekê emê tu carî keda şehîd Emgîhan li erde ne hêlin, tekoşîna û soza ku me dayî şehîd Emgîhan emê bibin serkeftinê.”

Piştî axaftina Rêveberiya Meclîsa Îştar Dîlan Hecî, xûşka Şehîd Emgîhan Ezîma Îlhan xêrhatina gel kir û got: “ Ev şehîd ne şehîdê me tenê ye, şehîd şehîdê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Bila serê Rêber Apo, Gêrîlla û tevahî gelê Kurd saxbe.”

Merasîm bi diruşmeyên ‘ Şehîd Namirin, Bê Serok Jiyan nabe, Kesek nikare roja me tarî ke’ bi dawî bû.