Li Mexmûrê bîranîna Serhildana Qamişloyê

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Mexmûrê têkildarî salvegera 17'an a Serhildana Qamişloyê daxuyanî da û diyar kir ku bi saya wê berxwedanê îro li Rojava xaka Kurdistanê ya pîroz a bi hezaran kîlometreyî rizgar bûye.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdên 12’ê Adarê bi daxuyaniyek nivîskî hatin bi bîranîn. Beriya ku daxuyani were xwendin ji bo tevahi Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêz girtinê daxuyanî ji aliyê mamosta Neşat Kara ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Îro 17 sal li ser komkujiya Qamişloyê re derbas dibe. Kurdên Rojavayê Kurdistanê weke Kurdên parçeyên din, her tim ji bo mafên xwe yên rewa û nasnameya xwe ya Kurdewarî serî li rêbazên cûda yên serhildan û berxwedanan dane. Mirov dikare bûyera li Qamişlo weke yek ji serhildanên gelê Kurd bi nav bike. Çawa ku Sedam Hisên li Helepçe, Kenan Evren li zindanên Amedê û Xomeynî li ser gelê Rojhilat zext, zorî, çewisandin û qirkirinên cûr be cûr pêk di anî, Beşar Esad ji bi heman hişmendiyê li ser gelê Qamişlo, qirkirin pêkanî.

Weke Meclîsa Gel ya Mexmûrê em şehîdên Qamişlo bi rêzdarî bibîrtînin û di kesayeta şehîdên Qamişloyê de, em bejna xwe li beramberê şehîdên şoreşa Rojava û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ditewînin. Îro li Rojavayê Kurdistanê bi saya giyanê berxwedêr yê gelê me û bi saya lehengiya keç û xortên canfeda, bi hezaran kîlometre axa pîroz ji dijminên gelê Kurd hatiye rizgarkirin. Weke gelê Mexmûrê em dubare şehîdên Qamişlo bibîrtînin, hêz û sîstemên tarî yên li pişt vê komkojiyê şermezar dikin û sîstema Rojavayê Kurdistanê ya îro bi saya şehîdan hatî damezrandin ji dil û can silav dikin."