Li Merîwanê 2 kolberan jiyana xwe ji dest da

Li Rojhilatê Kurdistanê wesayiteke ku kolber tê de bûn qulibî û di encamê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da û 4 jê birîndar bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê kesên ku bi destmizê di navbera sînorên Başûr û Rojhilat de bar hildigirin ji wan re kolber tê gotin.

Li gorî kanên herêmî yê Merîwanê dane ANF’ê Şemiyê li herêma Derbendê Dizlî ya Merwînê wesayiteke ku kolber tê de bûn di zinaran wer bû.

Di qezayê de du kolberên ji gundê Bilçesorê ya Merîwanê jiyana xwe ji dest dan û 4 jê jî birîndar bû. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan birin morga Nexweşxaneya Fecr a Merîwanê. Tedawiya 4 birîndaran jî  li Nexweşxaneya Bûelî ya Merîwanê didome.

Ji bere sedema polîtîkayên aborî û siyasî ya rejîma Îranê ku li ser Kurdên Rojhilat dike bi hezarên şêniyên Rojhilat ji neçarî ji bo ku bikaribin debara xwe bikin karê kolberiyê dikin. Kolber di navbera sînorên Rojhilat û Başûr de malên kesên dewlemend bi destmizê dibin û tînin û wiha debara xwe dikin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, di navbera Nîsana 2016 û Nîsana 2017’an de bi înfazên pastarên Îranê, bi aşîtê, werbûna ji zinêr û bi fetisîna li ber avê li ser sînorê Rojhilat û Başûr 96 kolberan jiyana xwe ji dest daye û 64 jê birîndar bûne.