Li Mereşê zext û êşkence li girtiyan tê kirin

Şaxê ÎHD'ê yê Edeneyê bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê û destnîşan kir ku êşkence li girtiyan tê kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê ya Tîpa L raporek amade kir. Rapor bi civînek çapemeniyê ya li avahiya ÎHD’ê hat eşkerekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Prz. Îlhan Ongor rapor parve kir.

Ongor anî ziman ku ew li ser serlêdanên malbatan û girtiyan ku qala binpêkirên mafan dikin di 3’yê Adarê de bi girtiyan û îdareya girtîgehê re hevdîtin kirine û girtiyan ragihandine hevdîtinên bi telefonê ên bi malbatên wan re ji aliyê îdareya girtîgehê girtek hatine amadekirin. Ongor destnîşan kir ku di hevdîtinan de giliyên girtiyan ji malbatên xwe re kirine gelek wek sûc hatine hesibandin û derbarê girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê dane destpêkirin.

Ongor anî ziman ku gardiyan heqaretên giran li girtiyan dikin û bi awayek dij rûmeta mirovan tevdigerin û daxwaznameyên di vê derbarê de didin îdareyê jî bêbersiv tên hiştin. Ongor got daxwazname û nameyên girtiyan gelek caran nagihîjin destê wan.

Ongor destnîşan kir ku girtî bi zextên sîstematîk û cezayên kêfî re rûbirû ne û ji ber êşkenceya li girtiyan tê kirin milê girtiyekî hatiye şikandin.

Ongor diyar kir ku îdareya girtîgehê û gardiyan bi awayek tund û hişk li dijî girtiyan tevger digeirn. 

Ongor da zanîn ku girtî di her warê jiyanê de jî bi pirsgirêkan re rûbirû ne û tu daxwazek wan a paqijiyê û li dijî zextan nayê qebûlkirin.