Li Mêrdînê li gel zext û astengiyan berxwedan didome

Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûm li Mêrdînê ev 10 roj in didome, hate gotin qeyûm bi ti awayî wê neyê qebûlkirin.

Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê di roja 10'an de didome. Di çalakiya rûniştinê de weke wan rojên din hate gotin, ''Em ê li ber xwe bidin û qeyûm qebûl nakin''.

Komeke ku wekîlên HDP'ê jî di nav de hebûn li Parka Karayoluyê ya li navenda bajêr hatin cem hev û çalakiya rûniştinê kirin.

Polîsan nehiştin ku gel nêzî cihê çalakiyê bibe. Wesayitên ku ji nêzî cihê çalakiyê derbas dibûn pê li kornayê kirin, kesên di wesayitan de nîşana serfirziyê kirin û destek dane çalakiyan, her wiha şêniyên bajêr jî bi çepkan destek dan.

Polîsan qada ku wekîl jî lê ne dorpêç kirin, wekîlên HDP'ê piştî ku demekê rûniştin daxuyaniya çapemeniyê dan.

Ji ber ku polîsan nûçegihan asteng kirin wekîlên HDP'ê li ser hesabên xwe yen medyaya civakî, di weşana zindî de daxuyanî dan.

Wekîlan HDP'ê Nusrettîn Maçîn, Mehmet Şukru Tiryakî, di peyamên xwe de gotin li dijî darbeyê bila her kes bi wan re be û ev berxwedana ku li Kurdistanê dest pê kiriye wê li her deverê berbelav bibe. Her wiha hatE gotin heke gelên Kurdistan e û Tirkiyê nebin yek ev darbeyên siyasî wê li her deverê berbelav bibin.