Li Mêrdînê gule li wesayîtekê hate reşandin: 4 kes mirin kesek jî birîndar bû

Li ser Rêya Îpekê gule li wesayîteke bi plakaya Iraqê hate reşandin. 4 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li ser Rêya Îpekê di navbera Qoser û Nisêbînê de li Qesra Serçixan de saet di 00.30’an de gule li wesayîteke bi plakaya Iraqê hate reşandin. Hate diyarkirin kesên di wesayîtê de ji Başûrê Kurdistanê bûne. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Kesên êrîş kirin bi wesayîtê ji qada êrîşê dûr ketin.

Cenazeyê her 4 kesan birin morgê û kesê birîndar jî rakirin nexweşxaneyan.