Li Mêrdînê amadekariyên Newrozê didomin

Li Mêrdîn û navçeyên wê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê berdewam dikin.

Ji pîrozbahiya Newrozê re çend roj mane û gund bi gund, tax bi tax, navçe bi navçe û bajêr bi bajêr xebat û amadekarî bênavber berdewam dikin. Li Mêrdîn, Nisêbîn, Qoser, Stewrê, Kerboran û Dêrîkê banga tevlibûna pîrozbahiyan li xelkê hat kirin.

Rêvebirên HDP'ê li navçeya Nisêbînê jî gel vexwandin Newrozê. Rêvebiran ewilî serdana gora Rahşan Demîrelê kir ku di 21'ê Adara 1992'yan de li Kadîfekaleya Îzmîrê agir berdabû bedena xwe. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû li ser gorê axivî û got: "Rahşanê ji ber ku agirê lastîkê têra Newroz û serhildana Kurdan nekir, agir berda bedena xwe. Em îro li vir wê bibîrtînin. Heta agirê Kawa pêxisiye gur be, wê tu kes nekaribe roja me tarî bike.“

Piştî serdana gorê heyet li navçeyê belavok belav kirin û li dor agirê hat vêxistin govend hat gerandin. 

Li navçeya Dêrikê jî agirê ewil ê Newrozê hate vêxistin û govend hate gerandin.

Li navçeya Artûklûyê jî li Kampusa Zanîngeha Artûklûyê Newroz hat pîrozkirin. Xwendekarên li kampusê li hev kom bûn, li ber erbaneyê stran gotin û govend gerandin. Xwendekaran ji bo Newroza Mêrdînê bang kirin.