BI DÎMEN

Li meclîsa parêzgeha Mûsilê fena PDK'ê ya li ser Şengalê

Hate ragihandin ku di civîna Meclîsa Parêzgeha Mûsilê de îstifaya endamê encûmenê Faris Birîvkanî hatiye qebûlkirin û PDK ji bo karibe li ser Şengalê xwedî mafê gotin û biryarê be, endamekî xwe yê Şengalî xistiye şûna wî.

Di hilbijartinên 18'ê Kanûna 2023'an ên Encûmenên Parêzgehên Iraqê de PDK'ê li Şengalê derbeke giran xwar û nekarî endamekî bi dest bixe. Lewma jî mafê gotin û biryarê yê li ser Şengalê di Encûmena Mûsilê de ji dest da.

Tê gotin, PDK ji bo karibe careke din xwe li ser Şengalê ferz bike, di nava Encûmena Parêzgeha Mûsilê de dest bi fen û fûtan kiriye.

Li gorî agahiyên ji nava kombûna 4'emîn a Meclîsa Parêzgeha Mûsilê hatin bidestxistin, endamê PDK'ê Faris Birîvkanî îstifaya xwe pêşkêşî rêveberiya Meclîsa Parêzgehê kir û îstifaya wî hate qebûlkirin.

Ji ber ku li gorî qanûna hilbijartinê ya Iraqê divê yek bi rengekî otomatîk ji aliyê heman hêzê ve li şûna yê îstifakirî bê bicihkirin, PDK'ê vê carê Cemal Xiderî Şeşo xist şûna Faris Birîvkanî.

Cemal Xiderî Şeşo ji ber ku yekî ji Şengalê ye, tê gotin PDK bi rêya wî dixwaze dest li Şengalê werde û xwe li ser Şengalê ferz bike.