Li maleke Amedê êrîşa çekdarî: 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn

Li Amedê sê kesan gule li malekê reşandin û li ser vê yekê şer derket. 2 kesên li malê û 2 zarokên li derve dilîstin birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li kolana 619'an a taxa Şeyh Şamîl a navçeya Baglarê êrîşeke çekdarî rû da.

Sê kesên çek di destê wan de bûn hatin ber malekê û gule lê reşandin.

Hate ragihandin, kesên li malê jî bi çekê bersiv dane. Di şer de 2 kesên li wê malê û 2 zarokên li derve dilîstin birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan.

Polîsên hatin cihê bûyerê, kesên li mala bû hedefa êrîşê ji êrîşê berpirsyar dît. Li ser sedema êrîşê agahî bi dest neket. Lê belê li gorî ferdên malbatê beriya niha çar caran êrîşa çekdarî li wan bûye û tevî ku serî li polîsan dane ti tevdîr nehatine wergirtin.