Li Makûyê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Xelkê Makuyê bi sirûdên ”Şervano”, ”Berxwedan Jiyane” û ”Gerîla ha Gerîla” Newroz bi coş pîroz kirin.

Xelkê Makuyê Newroza îsal bi coş li ber stranên şoreşgerî pîroz kirin.

Tevî ewlekariyeke zêde jî xelkê herêmê daketin qadan, agirê Newrozê vêxistin û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hejmara zêde ya jinan bal kişand ser xwe û li ber sirûdên ”Şervano”, ”Berxwedan Jiyane” û ”Gerîla ha Gerîla” Newroz bi coş pîroz kirin.

Xelkê herikîn qadê bi cil û bergên netewî û gelerî reng dan Newrozê.

Di pîrozbahiya Newrozê de xwişka Zeyneb Celaliyan a girtiya siyasî  û xwişka Şîrîn Elem Holî girtiya siyasî ya ku tevî Ferzad Kemanger, Helî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan li girtîgeha Êvînê ji aliyê dewleta Îranê ve hatibûn darvekirin amade bûn.