Li Loristanê bobelata mirovî heye!

Eyaleta Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê piştî lehiyê di nava bobelatê de maye. Bobelatê bandoreke giran li jiyana bi deh hezaran kesî kiriye. 

Li Îranê 19’ê Adarê piştî barana zêde, lehî rabû û rê li ber bobelateke xwezayî vekir. Di nava çend rojan de hema bêje li eyaletan hemûyan bobelata lehiyê rû da. Di rojên dawî de, nexasim tevahiyê Rojhilatê Kurdistanê bi barana zêde û lehiyan re rû bi rû ma. Herêma ku lehiyê herî zêde bandor lê kiriye Îlam e. 

LI 620 GUNDAN AVA VEXWARINÊ NÎN E

Li Îlamê gelek kes neçar mane ku li holê, li ber baranê, bê nan û av, cil û berg debara xwe bikin. 

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, li 620 gundan, 150 hezar kes bê ava paqij û vexwarin mane. Rayedaran ragihand ku Serbajêrê Loristanê Xurremabad jî tê de, 120 gund bê ava paqij mane. 

Li Îlamê di encama rabûna lehiyan de gelek jîngeh di bin lehiyê de mane û li rastî ziyaneke zêde hatine. Nexasim li bajarê Pol Doxtarê ziyaneke gelek zêde çêbûye. 

LI 250 GUNDAN QADA TEVGERÎNÊ NEMAYE

Li gorî şaredarê Pol Doxtar, li 250 gundên qeraxê çemê Nurabadê qadên tevgerînê nemaye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, endamê parlamentoya Îranê Hamîdreza Kazemî, diyar kiriye ku li herêma Pol Doxtarê gelek kes şevê li derve, navser û bilindahiya gir û gazan dimîne. Kazemi bang li hikumet û saziyên navneteweyî kir ku alîkariya xurek û cil û bergan ji herêmê re bikin. 

NÎVÊ DU BAJARN Û BI DEHAN GUNDAN DI BIN AVÊ DE MANE

Kazemî, diyar kir ku li Lordistanê 60 gund di bin avê de mane û têkiliyan wan a bi cîhanê re qut bûye. 20 gundên ser bi bajarên Pol Doxdar û Mamûlan di bin avê de mane.

Wekîlê Tehranê Mahmud Sadegî, di peyameke xwe ya li ser Twetterê ji bo serokkomar Hesen Rûhanî parve kirî de, ji bo şert û mercên li Loristanê got, “Li ber bobelatê ne.”

SADEGÎ: LORISTAN BER BOBELATÊ YE

Sadegî wiha nivîsî; “Birêz Rûhanî! Loristan li ber bobelatê ye. Pol Doxtar di bin heriyê de maye. Pêdiviyên bingehîn ên gel, di serî de av, xurek û derman nehatine pêşwazîkirin. Bêserûberî û bê plansazî di asta herî jor de ye. Ji bo rêxistinkirina vê rewşê rêvebirina di asta navneteweyî de û butçeyeke girîng divê. Ev rewş, bi alîkariyên di asta eyaletan de nikare bê rêvebirin.” 

Nûnerê parlamentoyê yê Pol Doxtarê di daxuyaniya ku 4’ê Nîsanê ji ajansa Fars re dayî de diyar kir ku gelek mexdûrên lehiyê ev du roj in li nav zeviyan dijîn. 

TÊ GOTIN KU BI SEDAN KES MIRINE

Çavkaniyên herêmî yên Loristanê diyar dikin ji bo ku firoke dereng hatine herêmê û ti malbatan alîkarî nestandiye, du rojan li ser banê xaniyên xwe mane, lewre bi sedan kes li ber lehiyê çûye û jiyana xwe jidest daye. Çapemeniya fermî jî eşkere kir ku li gelemperiyê welêt 66 kes ji ber bobelatê jiyana xwe jidest dane.