Li Licê operasyona leşkerî û şer!
Hat îddîakirina ku di operasyona artêşa Tirk de ya ku li Licê daye destpêkirin şer derketiye.
Hat îddîakirina ku di operasyona artêşa Tirk de ya ku li Licê daye destpêkirin şer derketiye.
Li navçeya Licê ya Amedê duh êvarî saet di 20.00’an de tevgera helîkopteran hebû. Bi helîkopteran bi sedan leşker anîn gundikê bi navê Dewaxey a ku kes lê najî. Ev gundik bi ser Xosorê ye. Hat îddîakirin ku îşev li vê derê şer çêbûye.
Hat ragihandin ku dengê şer hatiye heta gundên derdorê. Li herêmê operasyon didome û li ser hemû gundan helîkopter digerin.