Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Licê operasyon hate destpêkirin

Li 3 gundên navçeya Licê artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya hewayî operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

Li Gundê Spênî, Xirabê û Çemê Elîka yên navçeya Licê ya Amedê, bi piştevaniya helîkopteran sibêhê  operasyoneke leşkerî hate destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatin bidestxistin, bi erebeyên sivîl, zirxî û bi helîkopteran gelek yekîneyên leşkerî sewqî herema operasyonê hatine kirin. 
Diyar nebû bê ka di operasyona leşkerî de şer çêbûye an na û hat ragihandin ku operasyon hê jî berdewam dike.