Li Licê du kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Licê ya Amedê hefteyeke operasyona leşkerî didome. Di çarçoveya operasyona leşkerî de 2 kesên li pêşiya malên xwe rûniştibûn hatin destgîrkirin.

Li navçeya Licê ya Amedê hefteyeke operasyona leşkerî didome. Di çarçoveya operasyonên leşkerî de li gundê Çemê Elika Mehmet Alî Oyûnlû (82) û kurê wî Mehmet Oyûnlû (45) ku li ber mala xwe rûniştibûn hatin destgîrkirin. Diyar bû  herdu welatî li wesayîta leşkerî hatine siwarkirin û nehate zanin ku birine kuderê. Her wiha hat destnîşankirin ku li gund nexweş hene, lê belê leşker destûrê nadin biçin nexweşxaneyê û gefan li şêniyên gund dixwin.

Li aliyê din şêniyên gund bang li herkesî kirin û gotin: "Em nikarin tiştekî bikin. Tiştekî bikin, rewşa me nebaş e. Bi awayekî kêfî me digrin.”