Bîlançoya Lêlîkanê: 14 leşker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûne

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk a li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê çalakiyek xurt lidar xistin. Li Lêlîkanê li çeperên leşkeran hate xistin, 14 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêma Bradostê hate girtin, gerîlayên HPG’ê li leşkerên li Girê Lêlîkan ê girêdayî Sîdekanê çalakiyeke xurt lidar xistine.

Di çalakiya saet derdorî 11:00’an de hate lidarxistin, gelek çeperên leşkerên artêşa Tirk hatine rûxandin û herî kêm 14 leşker hatine kuştin, 7 leşker jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî ji birîndaran rewşa 4 leşkeran giran e.

Hate ragihandin ku leşkerên li Girê Lelîkan ê ji aliyê gerîlayan ve hatiye dorpêçkirin ne dikarin tevger bikin, ne ji herêmê jî birevin.