Li Kurdistanê lehî rabû, gelek cih man di bin avê de - HATE NÛKIRIN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê, Mêrdîn û Amedê ji ber şiliya zêde lehî rabû, gelek cih man di bin avê de.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber şiliya zêde lehî rabû. Pira El Şahir a li Reqayê ji ber lehiyê xera bû. Rêya Reqa-Dêrazorê bû du qet û di navbera Reqa û Dêrazorê de çûn û hatin nîn e.

Şaredariyên Gel ên Cedîdat û El Ehwesê, ji bo çûnehat nesekine, dest bi xebatê kirine da ku rêyên din vebikin.

LI HEMÛ GUNDÊN ŞENGALÊ LEHÎ RABÛ

Piştî nîvro li Şengalê ji ber barîna zêde ya baranê, lehî rabû. Avê bi ser mal û dikanan de girt. Gelek malbat mexdûr bûn.

Li hemû gund û navçeyên Şengalê baran pir bariya.

GELEK GUNDÊN QOSERÊ MAN DI BIN AVÊ DE

Baranê ku zêde kir, gel li Mêrdîn ket tengasiyê. Li gelek gundên Qoserê lehî rabû. Avê di ser ciha avdanê ya gundê Heşeriyê re avêt. Hat ragihandin ku li gelek gundên navçeyê lehî rabûye, ji ber hilhatina avê li ser rêya Qoser-Wêranşarê, di çûnehatê de pirsgirêk çêdibin.  

RÊYA AMED Û RIHAYÊ DI BIN AVÊ DE MA

Li Amedê ji serê sibehê ve baranek zêde dibare. Ji ber baranê lehî rabû. Li bajêr kolan û rê di bin avê de man. Rêya Amed-Riha di bin avê de ma û rê li trafîkê hat girtin. Li bajêr ji ber rê hatin girtin, trafîk serobin bû.

Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ji ber lehiyê hişyarî da welatiyan.