Li komkujiya Vartînîsê jî nepirsîn

Rojnamevan Adil Harmanci ku nûçe li ser Komkujiya Vartînîsê amade kir, anî ziman ku lêpirsîneke rast li ser komkujiyê nehate kirin.

Li bajarokê Vartînîs ê navçeya Têlî ya Mûşê di 3'ê Cotmeha 1993'an de leşkeran agir berdan mala malbata Ogut. Di bûyerê de Nasir Ogut, Eşref Ogut, Sevîm Ogut, Sevda Ogut, Mehmet Şakîn Ogut, Mehmet Şîrîn Ogut, Aycan Ogut, Cîhan Ogut û Cînal Ogut hatin qetilkirin.

Piştî bi salan yekane bersûcê di bûyerê de hate darizandin Fermandarê Jendermeyan ê Navçeya haskoyê Bulent Karaoglû bû ku 21'ê Îlona 2021'ê bultena sor têkildarî wê hate amadekirin. Lê belê Karaoglû qet nehate girtin. Doza li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê ku 27'ê Îlonê pêk hat ji bo 1'ê Mijdarê hate taloqkirin. Lê beêl rîsk heye ku dem di ser dozê re derbas bibe.

Rojnamevan Adîl Harmanci di dema komkujiya Vartînîsê de li Buroya Wanê ya rojnameya Ozgur Gundemê weke nûçegihan dixebitî. Roja komkujiyê li gorî agahiyên ji rêveberên ÎHD'ê wergirt çû Vartînîsê û qala çavdêriyên xwe yên destpêkê kir: "Dema ku em çûn Vartînîsê Parlamenterê DEP'ê Remzî Kartal li goristanê diaxivî. Serokê ÎHD'ê yê Wanê Nazmî Gur û Serokê DEP'ê yê Wanê Mehmet Alî Dûrmaz jî hebûn. Gundî li goristanê li hev kom bûbûn, mirovên hatin qetilkirin veşartibûn. Li bajarok gelek cesedên heywanan hebûn. Hîn jî dû bi ser cesedan ketibû. Mala ku em hîn bû ya Nasir Ogut e, bi temamî hilweşiya bû, şewitî bû. Ji ferdên malbatê 9 kes li vê derê şewitîbûn, hatibûn qetilkirin."

'ME LI SER GOTINÊN ŞÊNIYÊN BAJAROK NOT WERGIRT'

Harmanci ragihand ku li bajarokê Vartînîsê nûçegihanê rojnameya Sabahê Sabahattîn Yilmaz jî bi wî re bû ku Yilmaz sala 2011'an di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest da û got, "Min jî wî jî li ser gotinên şêniyên bajarok not wergirtin. Şêniyan digotin, serdegirtin ji aliyê tîmên taybet û cerdevanan ve hatiye kirin. Diyar kirin ku yên serdegirtin kirin, rûyê xwe nixumandibûn. Hin ji şêniyên bajarok anîn ziman ku wan hin ji cerdevanên di serdegirtinê de nas kirin. Hinekan jî diyar kirin ku dema serdegirtin li qereqolê bû leşker ketin bajarok, gef li wan xwarin, îdîa kirin ku zarokên wan nîşaneya serketinê kirine û ji wan re gotine, 'haya we ji vê serdegirtinê hebû, hûn ê cezayê wê bikişînin'."

Harmanci got, "Ji bilî mal û axura hatin şewitandin her wiha gule li avahiya şareseriyê jî hatibû reşandin' û wiha dewam kir, "Em ketin avahiya şaredariyê. Fîşek li dîwêr ketibûn. Hin ji zeviyên tûtinê jî hatibûn şewitandin. Her kes di nava tirseke mezin de bûn. Piştî ku şêniyên bajarok gotin ku hêzên ewlekariyê bi ser de girtine, min ji nûçegihanê Sabahê pirsî, 'Gelo rojnameya we wê vê nûçeyê biweşîne?' Wî jî got, 'Ne bawerim. Lê min çi bihîstibe ez ê binivîsînim û bişînim'. Mîna ku wî got, bû. Rojnameya Sabahê mîna hemû rojnameyên din piştî rojekê nûçe bi gotina 'Serdegirtina PKK'ê da. Min jî agahiyên ji şêniyên Vartînîsê wergirtî û çavdêriyên xwe piştî rojekê ji navenda rojnameyê re şand. Nûçe bi manşeta 'Hovîtiyeke din li Vartînîsê qewimî' hate weşandin. Li wê bûyerê jî nepirsîn. Mîna ku xetere heye ku dem di ser bûyerê re derbas bibe. Her kes zane ku ji aliyê hiqûqî û edaletê ve gaveke erênî nehatiye avêtin. Lê belê her kes qîma xwe bi zanebûna bûyerê tîne."