Li Kobanê cenazeyê 4 şervanan hate veşartin

Welatîyên Kantona Kobanê cenazeyên 4 şervanên YPG′ê û Hêzên HAT ku di Hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên cangoriyên azadiyê Cemal Hebeş(Birûsk Kobanê), Hesen Şakir (Botan Kejî), Mehmûd Ehmed (Dilgeş) û Mahîr Kobanê ku di Pêngava 4′emîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dicle veşartin.


Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Fermandarê Hêzên HAT Baran Qamişlo axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û diyar kir ku van cangoriyan li ser bingeha neteweya demokratîk canê xwe fedayî axa welatê xwe kirine.


Baran destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşên li ser Rojava û Şengalê, şikandina vîna gelê herêmê û parastina çeteyên DAIŞ′ê ye. Baran got, heta dawiyê wê şopdarê rêya şehîdan bin.
Endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Felek Yûsif jî diyar kir ku bi fedekariya şehîdên azadiyê, hemû planên dijminên gelê Rojava û Bakurê Sûriyê têk diçin.


Piştre jî, cenazeyên cangoriyan li goristanê hatin veşartin.